Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîneke Taybet ligel Hunermend Diyar


Ciwanên Kurd ku li Amerîka û Kanada dijîn, di festîvala salanê de li bajarê Miami ya Florida kom bûn.

Di festîvalê de panel, pêşangeh, nîşandana fîlmên Kurdî, pêşbirk û gelek aktîvîtîyên din hebûn.

Hunermend Diyar jî di roja dawî ya festîvalê de konsertek pêşkêş kir û bi stranên xwe yên bedew dilê mêvanan geş kir.

Diyar berî dest bi programa xwe bike daxwaz ji ciwanên Kurd kir ku gelê Rojava tenê nehêlin û piştgirîya xwe jibo wan nîşan bidin.

Me jî ligel hunermendê dengxweş hevpeyvînek li ser festîvala ciwana û Rojava kir.

"Rojavayê Kurdistanê birastî jî dilê şoreşa Kurdistanê ye. Li Rojava gelê me bi qehremanî berxwe dide û destanan dinivîse."

Diyar dibêje, divê herkes alîkarîya Rojava bike û gelê Kurd bi tenê nehêle. " Li Rojava gelê me dide xuya kirin ku ew dikanin sîstema xwe biafrînin û xîzmetên baş bidin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG