Dozgerên Tirkîyê lêkolînê li ser hevdîtina çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê û parlamenterên Partiya Aştî û Demokrastiyê dikin, li gor rojnama Zaman ya Tirkîyê.
Ofîsa dozgerê giştî yê Wanê ragihand ku lêkolîn li ser wê hevdîtinê tê kirin, piştî belavbûna vîdyo û wêneyên bûyerê di medyaya Tirkîyê de.
Roja Înî di bûyerekê de li Şemzînan, çekdarên PKK’ê rêya karwanê parlamenterên BDP'ê birî, her wek hatiye ragihandin.
Vîdyoyên wê bûyerê di medya û Internetê de belav bûn û xuya dikin ku parlamenterên BDP’ê û çekdarên PKK’ê hevdu hembêz dikin.
Tê gotin ku ew bûyer berê plankirî bû, lê belê BDP vê îdîayê red dike.