Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Cezayê 15 Sal Zindanîkirinê Dide Hemwelatîyê Estonî


Eston Kohver
Eston Kohver

Rûsya bi tawana sixurîyê, cezayê 15 sal zindanîkirinê da karmendekî ewlehî yê Estonî, Eston Kohver.

Awuqatê Kohver îro Çarşemê li bajarê Pskov ji nûçegîhanan re got ku dadgehê Kohver bi tawanên sixurî, qaçaxcîtîya sîlahan û binpêkirina qanûna tixub sûcdar dît.

Rûsya dibêje, Kohver di Îlona 2014an de bi qaçaxî derbazî Rûsya bû û hinge hatibû girtin.

Estonya dibêje, Kohver ji alîyê komeke çekdaran ve hat desteser kirin û bi zorê ji Rûsya re hate birin.

Karbidestên Estonyayî dibêjin, Kohver vekolînek li ser operasyoneke qaçaxcîtîyê dikir ku îstixbarata Rûsî tê de cîg digirt.

Serokwezîrê Estonya Taavi Roivas îro daxuyanîyek belav kir û got revandin û desteserkirina Kohver ya nerêwayî ji sere de kiryareke neqnûnî ye.

XS
SM
MD
LG