Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Belavbûna Vîrusa Ebola Kêşeyeke Cîhanî ye


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku belavbûna vîrusa Ebola li Efrîqaya Rojava rewşeke awarte ye li ser civakê.

WHO bal kişand ku jibo pêşîgirtina wê vîrusê, divê bizaveke pir xurt hebe.

Rêvebira Giştî ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Dr. Margaret Chan got, biryara wan nîşana hevgirtneke zelal ya navnetewî ye.

Chan got, Ebola vîruseke pir tevlihev û dijwar e û welatên ku Ebola lê belav dibin, ne xwedîyê wan derfetan in ku pêşî li wê yekê bigirin.

Do Pêncşemê, Navenda Kontrolkirin û Pêşgirtina Nexweşîyan ya Amerîka biryar dabû ku navendên rewşa tengavî aktîf bike û asta wan jî bîne asta herî bilind.

XS
SM
MD
LG