Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Bakurê Helebê bi Hezaran Kes Ber bi Efrîn ve Direvin


Afrin
Afrin

Piştî hêzên leşkerê rejîma Sûriyê li bakurê Helebê bi pêş dikevin, şer li wan herêman dijwartir dibe.

Nûçeyên ji herêma şer didin xweyakirin ku li derdorê bajarokên Nubul û Zehra, bi hezaran welatî tevî malbatên xwe ji qadên şer dûr dikevin, piraniya wan ber bi Efrînê ve tên.

Jiber şer û pevçûnên dijwar li bakûrê Helebê yên di navbera hêzên rejîma Asad û grûpên cihe yên Opozisyona Sûrî de, welatî bi şêweke lezgîn bi trombêlan hin pêwîstiyên jiyanê bi xwe re di revînin.

Rêveberiya Efrînê li gor derfetên heyî alîkariya wan penaberan dike, lê bi tena xwe nikare jiber ku Efrîn jî, ev demek dirêj e, ji aliyê komên çekdarên tundrê, yên weke Nusra û Ehrar El-Şam de hatiye dorpêç kirin.

Bi Hezaran Kes ji Bakurê Helebê Ber bi Efrînê Direvin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG