Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêlên Penaberan ji Helebê Diherikin Efrînê


Penaber ji bakurê Helebê
Penaber ji bakurê Helebê

Welatiyên Sûrî ji Kurd, Ereb û pêkhateyiên din ji bakurê Helebê jiber rewşa şer ber bi herêma Efrîn ve diherikin. Ew penaber diçin Kampa Rûbar ya taybet jibo koçberan li herêma Şêrawa hatiye destnîşan kirin. Lê, berpirsên kampê nikarin pêdivîyên wan peyda bikin, jiber hejmara zêde ya penaberan.

Penaberên ku direvin piraniya wan ji herêmên bakurê Helebê yên weke Til Rafaat, Dêrcemel û Kefernaya tên. Li gor nûçeyên ji herêmê tên bi 10 hezaran penaber direvin, di sar û seqayeke pir zehmet de xwe digehînin herêmên ewle yên Efrînê.

Hin penaber ji Dengê Amerîka re dibêjin ku ew ji tirsa pevçûn û êrîşên firokên Rûsî koçber dibin.

Penaber bang li her alî dikin ku li hawara wan herin û ji derdê serma, birçîbûnê û tirsê wan biparêzin.

Tîmên hawarçûnê yên ku li herêmê ne dibêjin, hêza wan tune ku vê hejmara bilind ya penaberan çavdêrî bikin. Hem berpirsên herêmî û hem penaber bi xwe bang li saziyên navnetewî dikin ku ji derdê wan re çare peyda bikin.

Penaber ber bi Efrînê de di herikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:50 0:00

XS
SM
MD
LG