Di 8ê Cotmehê de, roja Pêncşemê di bin sîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreyeke aborî hate lidarxistin.
Di kongreta bi diruşmeya “Em komunên av û ax û wizeyê ava bikin), nûnerên Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk û TEV-DEMê, herwiha desteyên têkîldar û xweîyên kargehan beşdar bûn.
Kongre bi axaftina nûnerî Desteya Rêvebir ya Kantona Efrînê, Osman Şêx Îsa destpê kir, dû re Zelal Efrînî li ser navê TEV-DEMê peyîvî.
Di kongreyê de deh semînerên pisporî hatin pêşkêş kirin ku çawa aborîya civakî were geş kirin û beşdaran 49 pêşnîyar radestî kongreyê kirin.