Piştî zagonê qoçekirina partîyan, Cara yekê ye partî û alîyên sîyasî Kurdî civînek li dar xistin.
Bi însîyatîfa Partîya Yekîtîya Demoqrata Kurdî li Sûrîyê (El-Wehdê), 9 partî û alîyên sîyasî li Efrînê tev li nîqaşan bûn û li ser pisgirêkên kolanên Kurdî axivîn.
Li gor kesitîyên beşdar, di vê qonaxa dîrokî de, girîng e ku dengê Kurdan yek be û bîrgiştî bizan Kurdên Sûrî çi dixazin.
Babetên sereke di civînê da ew bûn: Newekhevîyên navbera alîyên Kurdî, federalî, rêvebirîya xweserî, helwesta alîyên derveyê Kurdan, têkîlîya bi opozîsyonê û rêjîmê re û herwiha pisgirêkên navbera TEV-DEM û ENKSê û hevhatinên Hewlêr û Duhokê û lêvegera sîyasî.
Hêjayî gotinê ye ku tevî ku TEV-DEM û ENKS bi awayekî fermî beşdarî civînê nebûn, partîyên hazirbûyî, piştgirên her du alîyan in.
Civînê de biryara destnîşankirina sê kesan hate dayîn ku alîyên nebeşdar vexwîne kombûnên pêşerojê.