Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa Rewşa Efrinê Dinirxîne


Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Piştî çar salan ji şerê Sûrîyê, li Efrînê gelek guhartin pêk hatin. Ji deverên derdora Heleb û Îdlibê tenê li Efrînê aramî û hemînî heye, lê hîn astangîyên aborî, civakî, herwiha sîyasî peyda dibin.

Seroka Desteya Rêvebir ya Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa ji Dengê Amerîka re dibêje, ew li gor derfetên heyî kar dikin û çi ji destê wan tê, dikin.

“Jiber ku rewşa Sûrîyê tevahî, em bi zehmet tiştan derbasî Efrînê dikin, lê her tim hewil didin jîyana welatîyan hesantrir bikin, zengînbûna Efrînê alîkarîya me dike.”

Jiber dorpêçkirinê heyî, pêdivîyên jîyanê gelek buha ne. Dema em li sukê digerin, welatîyekî bi navê Elî gilî dike û wiha dibêje: “Jîyana me zehmet e, şînkayî buha ye, taybetî piştî tevilhevîyên vê dawîyê em nikarin tiştekî bikirin.

Hejmarek ji welatîyên Efrînê xwedîyê nêrînên din hene û dibînin ku rewşa Efrînê piştî şer baştir bûye, jiber ku derfetên kar çêbûne û aramî her roj xurttir dibe.

Mamoste Ferîde dibêje, derfetên kar hene, lê kes lê nagere. Sebî ku Efrîn xweşti bibe, ew dixwazin ku welatî gî vegerin.

Hêjayî balkişandinê ye, Efrîn piştî şer mezintir bûye û bûye navendeke aborî û bazirganî, lê tevî wê zehmetî di jîyana welatîyan de heye, bi hêvîya ku Efrîn xweştir bibe, welatî lê dijîn.

EM_9_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG