Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Nû de 10 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Fotoyek ji êrîşên vê dawîyê
Fotoyek ji êrîşên vê dawîyê

Di çend peqînan de, herî kêm 10 kes di vê roja Eyda Ramazanê de li bajarê Damaturu ya bakurê rojhilata Nîjerya hatin kuştin.

Du peqîn meydaneke vekirî kir armanc ku bawermendi jibo nimêja eydê lê civîyabûn. Hîn raport dibêjin, piştî wan du peqînan, peqîna sisêyan jî qewimî lê ew yek hîn nehat piştrast kirin.

Heta niha kes berpirsîya êrîşan negirtiye ser xwe, lê awayê pêkanîna êrîşan dişiba yên mîlîtanên Îslamnî yên Boko Haram, ku ji şeş salan vir ve li wî welatî kiryarên xwe yên terorîstî didomîne.

XS
SM
MD
LG