Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Beșdarbûna Kurdan di Hilbijartinên Tirkiyê de


Fehmî Demir, Xelîl Aksoy û Mustafa Ozçelik
Fehmî Demir, Xelîl Aksoy û Mustafa Ozçelik

Gelek çavdêr û șîrovekar dibînin ku ev hilbijhartin pir girîng in eger ne girîntirîn hilbijartin bin ji bo hemî aliyê beșdar tê de.

Kurd jî ku pêkhateyeke serkîn in di Tirkiyê de, rol û beșdarbûna wan bala hemî çavdêr û aliyên siyasî dikșîne, bi taybetî ku vê carê berbijarên partiya (HDP) wekû partî beșdar dibin ne wek berbijarên serbixwe û ji bo derbasbûna parlemana Tirkiyê wan pêwîstî bi wergirtina 10 ji sedî ji dengan heye.

Eger em vê yekê bidin ber çavan û her wiha bernameya (HDP) ya hilbijartinan bidin ber çavan ku hinek dibêjin ew ber bi dijminatiya AKP ve diçe bêhtirî ku ronî bide ser mafê Kurdan wek neteweke serbixwe bi awakî așkere û zelal, gelo ev hilbijartin çiqasî dijwarin ji bo wan?

Li alîkî din, alîgirên (HDP) geșbîn in ku hewlên wan ji bo piroseya aștiyê li Tirkiyê dergehek ji bo wan vekir ne tenê ji bo wergirtina dengê Kurdan belê partiyê bala Tirkan jî ber bi xwe ve rakișand.

Lê dawiya dawî Kurd bi xwe jî ji sedî sed ne li hevin û nakokî di navbera wan de li dor hilbijartinan hene.

Kurd dê çawa karibin wek miletekî, qezencên berbiçav ji van hilbijartinan wergirin û bi awakî fermî cihê xwe di perlemana Tirkiyê de bigrin?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê șîrove dike:

Serokê Partiya Maf û azadiyan (HAK-PAR) rêzdar Fehmî Demir ku li bajarê Enqerê dimîne; Serokê Partiya Azadî Kurdistanî rêzdar Mustefa Ozçelik ku li bajarê stenbol dimîne û her wiha parlamanterê HDPê yê bajarê Agirî rêzdar Halîl Aksoy.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance SW 05_26_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:14 0:00

XS
SM
MD
LG