Di dema dawî de nakokîyek di navbera partîyên Encumana Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) de derket holê.
Partîya Yekîtî û Pêşverû rexne li PDK-S dikin ku dixwaze ENKS li gor nerîna xwe tenê birêve bibe.
Endamê komîteya navendî ya Pêşverû, Faris Osman dibêje, PDK-S dixwaze bi rêngê xwe tenê ENKS birêve bibe, ew jî vê yekê red dikin.
Partîya Yekîtî jî heman rexnê li PDK-S dike, lê bi rengekî siviktir. Endamê nivîsgeha sîyasî ya Yekîtî Îsmaîl Hemê dibêje, rexneya wan heye heye, lê ew negiheştiye asta nakokîyan û dibe di rêya danûstandinê ew vê kêşeyê çareser bikin.
Ji alîyê xwe ve PDK-S van rexneyên Pêşverû red dike. Endamê nivîsgeha sîyasî Mihemed Îsmaîl dibêje, ew (Pêşverû) astengan dixin pêş karê ENK-S.
***