Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Mislim: Em Bawer in Kobanê di Demeke Nêzîk de Rizgar Be


Di hevpeyîna taybet ya Dengê Amerîka de Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Mislim li ser rewşa Kobanê û xebatên jibo gelê sîvîl agahîyên girîng dide.

Birêz Mislim dibêje, rewşa leşkerî li Kobanê baştir dibe.

"Li erdê hêzên YPG û li esman jî firokên koalîsyonê li çekên giran yên Dewleta Îslamî dixin. Em bawer in Kobanê di demeke nêzîk de rizgar be û ew yek wê bibe qezenca hemî mirovahîyê."

Mislim bang li civata navnetewî dike ku xwedî zarokên Kobanî derkeve û alîkarî bide wan.

"Bi hatina zivistanê rewşa sîvîlan, taybetî jî rewşa zarokan pir xirab e. Divê welatên cîhanê alîkarîya gelê Kobanê bikin da ku bikanibin zivistanê bi silametî biborînin."

Mislim dide zanîn ku ewê jibo kesên ku dixwazin alîkar bin, di demeke nêzîk de komîsyona alîkarî û avakirinê pêk bînin û malpereke nû amade bikin.

Enwer_Mislim_12_17_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:28 0:00

XS
SM
MD
LG