Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Hişyarî Dide Rûsya ki bi Êgir Nelîze


Şerê gotinan yê navbera Enqerê û Moskowê îro jî berdewam dike, piştî ku Tirkîyê firokeke Rûsî li ser sînorê Sûrîyê gêr kir.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înîyê Rûsya hişyar kir ku "bi êgir nelîze."

Erdogan di axaftineke de îro li bajarê Bayburt Rûsya sûcdar kir ku bi êrîşkirina grubên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad, lê ne DAIŞê, Moskow "bi êgir dilîze".

Erdogan herwiha bi tundî Rûsya tawanbar kir ku “qamyonên ku bo bazirganî û alîkarîya mirovahî li Sûrîyê dixebitin”, dike armanc.

Ajansa Anadolu ya dewletê ragihandibû ku firokên Rûsî konvoyeke qamyonên Tirk li nav Sûrîyê kiribû hedef û 7 kes kuştibûn, 10 kesên din jî birîndar kiribûn.

XS
SM
MD
LG