Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Davutoglu Dibe Serokwezîrê Nû yê Tirkîyê


Erdogan û Davutoglu
Erdogan û Davutoglu

Serokwezîr û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan do Pêncşemê ragihand ku Ahmet Davutoglu jibo serokê giştî yê partîyê û serokwezîrtîya Tirkîyê hatiye destnîşan kirin.

Birêz Erdogan piştî civîna roja Pêncşemê ya Desteya Rêvebirîya Giştî ya AKP’ê li Enqerê, eşkere kir ku piştî şewra rêvebir û endamên partiyê, navê Davutoglu hatiye pêş.

Erdogan got, destnîşankirina serokwezîrê nû ne tenê AKP’ê û pêşeroja Tirkîyê, herwiha bîragiştî ya cîhanê jî eleqedar dike.

Birêz Erdogan da zanîn, têkoşîn û xebata Davutoglu ya dijî derdorên paralel [alîgirên Cemaeta Fethullah Gulen] bandor li ser destnîşankirina navê wî kiriye.

Namzedê Serokwezîrtîyê Ahmet Davutoglu jî axaftinek kir û wiha got:

“Dema ez bibim serokwezîr û serokê partîyê, wê xebata me ya guherîna Tirkîyê ya 12 salan berdewam bike. Her çi derdorên bi navên paralel yan jî bi navên din bixwazin pêşîya me bigirin, wê AKP bibe bend li pêşîya wan.”

Hêjayî bîrxistinê ye, kongreya AKP’ê ya awarte roja 27’ê Tebaxê pêk tê û piştî dîyarbûna navê Davutoglu wek Serokê Giştî yê Partîyê, Serokomarê nû yê Tirkîyê Erdogan jî dest bi karê xwe yê nû bike.

ST_8_22_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG