Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PAK'ê Ozçelîk: Yên Agir li Tirkiyê Gur Bikin Wê Tê de Bişewitin


Avahîya HDPê li bajarê Balikesir ya Tirkîyê di bin êrîşan de ye
Avahîya HDPê li bajarê Balikesir ya Tirkîyê di bin êrîşan de ye

Di du rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiyê navend û nûnertiyên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Kurdên li bajarên Tirkiyê niştecih bûne û hin dezgehên ragihandinê rûbirûyî nêzî 400 êrîşên grubên nijadperest hatin.

Şeva borî jî ji xeynî êrîşên gelek bajarên mîna, Stenbol, Antalya, Bursa, Tekirdag, Mersîn, Edirne, Eskişehir, Meletî, Erzerom, Nîgde, Kayserî, Konya û Îzmirê li Enqerê jî êrîşek li ser navenda giştî ya HDP’ê pêk hat ku avahî hate rûxandin û şewitandin.

Piştî van êrîşên beredewam, şeva borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi rêya Twitter’ê, îro Çarşemê jî Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê dubare daxuyaniyên arambûnê û rawestandina van êrîşan dan.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, êrîş û rûdanên dawî yên li bajarên Kurdan û Tirkiyê ji Dengê Amerîka re nirxandin.

Ozçelîk êrîşên ser navendên HDP’ê û Kurdên koçberî bajarên Tirkiyê bûne wekî rûreşiyekê rave kir.

“Bi baweriya me ev êrîş ne ku ji aliyê hin grubên nijadperest ve tenê ve têne kirin, mîna serdema darbeya leşkerî dîsa ji aliyê hin hêzên nav dewletê yên tarî ve têne kirin.”

Ozçelîk got, “Yên vî agirî gur bikin wê hemû di nav de bişewitin. Em piştgiriya bangên aramiyê dikin û divê hem ji aliyê PKK’ê ve hem jî ji aliyê dewletê ve ev şer were rawestandin.”

Birêz Ozçelîk dorpêça leşkerî û rewşa xerab a Cizîrê ku li gor agahiyên dawî di 6 rojan de zarok, jin û mezin di nav de 14 kes hatine kuştin bi bîr xist û bangewaziya çareserkirina vê rewşê kir.

“Li Cizîrê dewlet heyfa xwe distîne û gelê me ceza dike. Em ji alîgirên PKK’ê jî dixwazin dev ji siyaseta xelet berdin. Rêbaza şerî divê bidin aliyekî. Îro Cizîr bûye hepsa servekirî ku miletê me li wir tê cezakirin.”

Mustafa Ozçelîk li ser hilbijartina pêşwext a 1’ê Mijdarê destnîşan kir, di van şert û mercan de derfeta hilbijartineke maqûl li Tirkiyê bê kirin tune ye.

ST_9_9_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG