Hêzên Sûrî bi piştgirîya firokên esmanî yên Rûsî hember serhildayan şerên dijwar didomînin.
Fermandarîya artêşa Sûrî got ku hêzên wê gundê Kafr Nabuda ya Hama rizgar kir û pêşveçûna xwe ya li herêmê, li dora otobana stratejîk ya Şam û Helebê berdewam dike.
Hêzên rejîmê li her du alîyên otobanê hewil didin ku pêşveçûnê dest bixin û xwe bigehînin bajarokê Khan Sheikhun ya ser tixubê Îdlib.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got, şer li Kafr Nabuda berdewam dikir û firokên Rûsî dora 20 êrîşên esmanî li nav û dora gund pêk anîn.