Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etopya Kuştina 30 Welatîyên Xwe Piştrast Dike


Etopyayê bi fermî piştrast kir ku 30 hemwelatîyên wê bi destê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Lîbyayê hatine kuştin.

Piştrastkirin îro Duşemê hat, piştî ku DAIŞ vîdyoyeke kiştinkarîyê belav kir.

Di vîdyoyê de jimareke welatîyên Etyopî yên Krîstîyan tên serjê kirin yan jî guleyan di serê xwe de dixwin.

Daxuyanîya hikûmeta Etopyayê ew “komkujîya nemirovî li hember welatîyên wê” şermezar kir.

Daxuyanîyê herwiha got ku parlamena welêt sibe Sêşemê dicive ku demeke şînîya niştimanî ragihîne.

Parleman wê hinek gavan nîşan bide ku hikûmet çawa bersiva vê kiryarê bikin.

XS
SM
MD
LG