Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Tîrêj: Belavbûna Terorê li Welatên Ewrupa


Tirej 60
Tirej 60

Bernama Tîrêj ya pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser mijara belavbûna terorê û êrîşên terorîstî li Ewrupa bi taybet, êrîşên vê dawiyê yên li Parîs pêkhatîn, radiwiste.

Êrîşên li Parîsê zenga metirsiya ewlekarîyê bû jibo hemû cîhanê, van êrîşan dan xuya kirin ku cihekî bi ewle nemaye, rêxstina radîkal her cih û her kesî dike armanc.

Hevkarê me Xalid Fetah di bernama Tîrêj de, vê mijarê bi mevanên xwe re gotûbêj dike.

Pirsên wek Amerîka û hevpeymaniya navnetewî stratejiyeke nû jibo şerê li dij DAIŞê heye? Şerê li dij DAIŞê dê bi kiryarên leşkerî çareser bibe?

Ev pirs û gelek pirsên dî, bi mevanên bernamê Cebar Emîn, endamê Parlemena Swêd, Dilawer Xalid, nûnênerê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê li Belcîka û çalakvan Cemîl Şiwan ji Danîmark.

Emîn dibêje pêngava herî giring û bilez dive fişarê bixin ser welatên weke Tirkîye, Erebistana Saudî û Qeterê ku, tê gomankirin van welatan hevkarî bi DAIŞê re heye.

Xalid dibêje, rast e Amerîka û hevpemanan di şerê li dij DAIŞê de alîkarî kirîye, lê ev alîkarî ne bes e jiber ku 1.8 mîlyon penaber li Kurdistanê neç

"Şerê DAIŞê heye û pirsgirêkên aborî hene, divê hevpeyman hem alîkariya leşkerî, hem ya aborî jibo Hikûmeta Herêmê bike".

Şiwan ku nêrîneke din hebû, dibêje, ew ne bawer e ku Amerîka û Ewrupa dest ji berjewendiyên xwe berdin û givaştin bixin ser wan welatan ku hevkariyê bi DAIŞê re dikin.

Hûn dikarin di faila deng de, temamiya bernamê guhdarî bikin.

bernama Tirêj 19.11.2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:19:51 0:00

XS
SM
MD
LG