Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa Amadekirina Pêkanîna Cezayên Nû ser Rûsya Dike


Yekîtîya Ewropa di derbarê alozî û nakokîyên li Ukaryna de, amadekirina pêkanîna cezayên nû li ser berevanî û sermîyanîya Rûsya dike.

Tê texmîn kirin ku ev biryar îro Sêşemê derkeve, ji alîyê balyozên Yekîtîya Ewropa yê ku niha li Brukselê dicivin.

Di konferansekê de, li ser telefonê bi serokê Amerîka Barack Obama re, do Duşemê, rêberên Brîtanya, Almanya, Îtalya û Fransa, erênîya xwe dîyar kirin jibo wê biryarê

Herwiha jî berdewamîya şer li wê deverê neheşt tîma lêkolînê ya Navnetewî bigeheje devera ketina firokê, piştî sê rojan ji hewildanê.

XS
SM
MD
LG