Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên YE Dabeşkirina Penaberên Nû Nîqaş Dikin


Wezîrên navxweyî yên Yekîtîya Ewrupa li Brukselê civîna xwe didomînin ku plana plana dabeşkirina 120,000 penaberan di nav 28 welatên endam de gotûbêj bikin, lê çend endam hîn jî dijî wê planê derdikevin.

Wezîrên navxweyî bi hêvî ne ku berî hilcivîna rêberên Ewrupî ya sibe Çarşemê, bigehijin rêkeftinekê, lê çend welatên Ewrupî bi tundî dijberîya xwe li ser plana heyî didomînin.

Serokwezîrê Komara Çek Bohuslav Sobotka got, pêdivî ye ku endamên Yekîtîya Ewrupa bikaribin serwerîya xwe li ser vê mijarê biparêzin.

Sobotka dîyar kir ku divê hemî hikûmetên endam li ser plana wergirtina penaberan biryarên xwe, li gor dilê xwe bidin.

Sobotka pesna Macaristan, Polanya, Slovakya, Romanya û Fînlandîya da ku dijî wê planê derdikevin.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî nîv mîyon penaber ku 40 ji sedê ji wan Sûrî ne, jiber şer û qizanî ji welatên xwe revîn û ji ser Derya Spî xwe gihandin derîyên Ewrupayê.

XS
SM
MD
LG