Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Toleyên Aborî yên Ser Rûsya Şeş Mehên Din Zêde Dike


Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi fermî li hev kirin ku toleyên aborî yên ser Rûsya bo şeş mehên din dirêjtir bikin, jibo helwesta Moskow ya hember Ukrayna ya cîran.

Biryara hevalbendîya 28 bi endaman, di civîna îro ya li Leksemburgê hate dayîn, lê nûnerên wê berê li ser wê biryarê qayil bibûn.

Armanca toleyên Yekîtîya Ewrupa sektorên enerjî, berevanî û fînans yên Rûsya ye û heta Rêbendana 2016’an aktîf bimînin.

Cezayên aborî di Hezîrana 2014’an de ketibû nav kar, çar meh piştî ku Rusya Nîvgrava Qirim xistibû nav tixubên xwe.

XS
SM
MD
LG