Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa ji Tirkîyê Dixwaze Bersîvdaneke Balanskirî Kar Bîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê dibêje, ew jiber şerê, ku navbera Tirkîyê û mîlîtanên Kurd de gurtir dibe, di xemeke kûr de ye.

YE bang li Enqerê dike ku bersîvdaneke balanskirî kar bîne û prosesa aştîyê bi tevahî nevêje xeterê.

Tirkîyê meha borî hem li hember DAIŞ li Sûrîyê, hem jî hember PKK li nav Tirkîyê û Îraqê dest bi operasyonên leşkerî kiribû.

Biryara Tirkîyê ya şerê DAIŞê ji alîyê civaka navnetewî ve bi erênî hatibû pêşwazî kirin, lê dû re xemên berfireh belav bibûn ku ew şer bi giranî li dijî Kurdan e û DAIŞ tenê wek bahane tê karanîn.

XS
SM
MD
LG