Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyder Qasim Şeşo ser Rewşa Şengalê Agahîyan Dide


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Heyder Qasim Şeşo, yek ji pêşengên Êzîdîyan e ku li hîn jî Şengalê ye û şerî DAÎŞ dike, li ser rewşa herêmê agahîyan dide.

Şeşo ku endamê berê yê parlemana Îraqê ye, dîyar dike ku tevî heyî zehmetîyên heyî, ewê cîhê xwe nehêlin û parastina warên xwe bikin.

"Niha em gelê xwecihî, YPG, PKK şerî DAÎŞ dikin û zîyanên mezin didin wan. Hêzeke neşerker ya PDK jî nû giheşt ba me. Berxwedana me ji her alîyan didome."

Şeşo bang li civata navnetewî kir ku li hember vê rewşa dijwar ya Êzîdîyan bêdeng nemînin.

"Di serî de dixwazim bang li Amerîka û hêzên din yên cîhanê bikim ku hember hovitîya DAÎŞ bêdeng nemînin û hawara gelê me bibîhîsin."

Heyder_Qasim_Şeşo_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG