Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sariyildiz: Divê Hemî Gelê Me li Bakur Alîkarîya Kurdên Êzîdî Bikin


Di nav çend rojên dawî de bi hezaran Kurdên Êzîdî ki jiber êrîş û kuştinkarîyên DAÎŞ warên xwe hêlabûn, berê xwe didin bajarên Kurdan li Tirkîyê.

Parlamentarê Şirnexê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de agahîyên girîng li ser wan penaberan dike.

Birêz Sariyildiz dibêje, ew bi hemî kanîna xwe hewil didin ku alîkarîya wan kesan bikin.

"Niha dora 20.000 Kurdên me yên Êzîdî li Bakur hene û wek gel, partî û şaredarî bi hevre nav hewldaneke xurt de ne ku alîkarîya birayên me bikin."

Sariyildiz bal dikşîne ku rewş bi dijwar e û kesên hatî pêdivîya alîkarîya demûdest in.

"Divê hemî gelê me li Bakur û bajarên Tirkîyê alîkarîya Kurdên Êzîdî bikin jiber ku wan pir zehmetî dîtine û hewceyî alîkarîyê ne."

Sariyildiz sîyaseta Tirkîyê ya ser penaberan jî bi tundî rexne dike û wiha berdewam dike:

"Tirkîye ji destpêka şer vir ve, çavê xwe ji hovitîya DAÎŞ re girt û çek da wan. Niha jî wekî ku tiştek nebûye, tevdigere. Hikûmet alîkarîya me nake û carna ji me re astengîyan jî derdixe, lê emê bi hêza xwe hemî tiştên pêdivî bikin."

Faysal_Sariyildiz_8_28_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG