Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Divê Îran Hêzeke Zêde û Nepêdivî Dijî Xwepêşandaran Kar Neyîne


Kurd li Mahabadê herikîn kolanan ku mirina Farinaz Khosravani protesto bikin
Kurd li Mahabadê herikîn kolanan ku mirina Farinaz Khosravani protesto bikin

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) bang li Îranê dike ku hember xwepêşanderên Kurd hêzêke pir zêde û nepêdivî kar neyîne.

Bi hezaran kes jibo şermezarkirina destdirêjîya cinsî ya hember jina Kurd Farinaz Khosravan rijîyabûn kolanan û hêzên ewlekarî bu tundî êrîşî wan kiribû.

Amnesty International di belavoka xwe de ragihand ku karbidestên Îranî birîndarbûna, herî kêm, 25 kesan di bûyerên dohî de piştrast kir ku nav wan de 7 polîs jî hene.

Lêxweşbûna Navnetewî dîyar dike ku nav gel de xem û tirs heye ku hêzên ewlekarîyê careke din eciqandin û tepeserkirina xwepêşaderan bike, piştî ku banga xwenîşandanên nû hatin kirin.

Cîgirê Dîrektorê Lêxweşbûna Navnetewî yê rojhilata Navîn Said Boumedouha got, piştî tundî û tûjîya dohî, rewşeke girj û aloz li Mahabad û bajarên din yên Kurdan heye.

Boumedouha got, mafê hêzên ewlekarîya civakê misoger bikin, lê divê ew yek li gor pîvanên qanûnên navnetewî bin û hêzeke pir diwar li hember xwepêşaneran neyê xebitandin.

XS
SM
MD
LG