Çarşem, 19 Meha Şeş, 2013 Demê Xwecihî 14:57

Aborî

Konferansa Barzirganî ya Navbera, Îtalya, Îraq û Kurdistanê li Romayê Birêve Diçe

Fethî Muhemed.
Fethî Muhemed.
Mezinahîya nivîsê - +

Konferansa bazirganî û weberhênanê ya navbera Îtalya, Îraq û Kurdistanê roja Çarşemê li Romayê destpê kir.

Di wê konferansê de gotûbêj li ser weberhênan û karê kompanyayên Îtalî li Îraq û Kurdistanê û bazirganîya navbera herdu welatan tête kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Fethî Muhemed Alî şîretvanê wezareta bazirganî ya Herêma Kurdistana Îraqê dibêje ku armanca wê konferansê bihêzkirina têkelîyên bazirganî û aborî yên navbera Îtalya û Îraqê ye.

Birêz Fethî, ku li konferansa Îtalyayê de beşdar e, dibêje ku li sala bihurî bazirganîya navbera Îraq û Îtalyayê li sê milyar dollaran zêdetir bû.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Fethî Muhemed Alî re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--