Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandaneke Biçûk li Pêş Dadgeha li Missouri


Bi dehan xwenîşandêr îro Çarşemê bi aştîyane li ber avahîya dageheke Missouri xwepêşandan dikin, di vê demê de ku dozger hazirî dikin delîlên ser kuştina xortekî reş pêşkêş bikin.

Xortê reş yê 18 salî, Michael Brown di 9ê Tebaxê de ji alîyê polîsekî ve hatibû gule kirin û kuştin.

Jurîya mezin ya dadgehê îro li bajarê Clayton delîlên raberkirî wê binirxîne û biryarê bide ku polîs Darren Wilson bu kişrina Brown tawanbar bike yan ne.

Kuştina Brown bibû sedema nerazîbûnên girseyî û îdîayên nijadperestî ya dijî reşan bilind bibû.

Di tundîya heyî ya nav 11 rojên borî de, pirtir jî 100 kesan ji alîyê polîsan ve hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG