Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Rêvebirên FIFA bi Sedemên Bertîl li Swîsrê Hatin Girtin


Polîsên Swîsreyî jimareke karbidestên payabilind yên Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) îro Çarşemê girêdayî daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkî, desteser kirin.

Desteserkirina karbidestên FIFA îro sibe li bajarê Zurîh pêk hat, dema rêvebirên rêxistinê jibo hilbijartina serokekî nû li wî bajarî civîyabûn.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, daxwaza wan ya desteserkirina pirtir jî 10 rêvebirên FIFA, jiber sedemên bertîl û pere xwarinê ye di biryardawîna Kupa Cîhanî ya û encama vekolîna wan ya ji saleke pirtir e.

Hate ragihandin ku Serokê FIFA Sepp Blatter, ku xwe careke din kiriye berbijar, ne di nav wan kesên girtî de ye.

XS
SM
MD
LG