Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Karbidestekî FIFA Radestî Amerîka Dike


Karbidestên Swîsrî dibêjin, wan yek ji heft rêvebirên Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) ku jiber tawanên bertîl girtî ne, radestî Amerîka kir.

Karbidestên Swîsrî ew agahî îro Pêncşemê bi bîragiştî parve kir, lê eşkere nekir ku navê wî rêvebirî çi ye.

Rêvebirê FIFA ku berê qebul nedikir Swîsre wî bişîne Amerîka, Pêncşema borî razî bibû ku karbidestên Swîsrî wî bidin Amerîka.

Li gor qanûnên Swîsrî, divêbû polîsên Amerîkî di nav 10 rojan de wî kesî wergire û bibe Amerîka.

FIFA di demên dawî de bi kêşeyên girîng rûbirû ye. 7 rêvebirên wê yên bilind ku hemî jî endamên Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Bakur û Navendî û Karayîban (CONCACAF) bûn, li ser daxwaza Amerîka, di 27ê Gulanê de li Zurih hatibûn girtin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, wan jibo biryarên ser turnuvayên futbolê li Amerîkaya Bakur û Başûr pirtir jî 150 mîlyon dolar bertîl birine.

XS
SM
MD
LG