Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîyên Futbola Ewrupî Karvekêşana Serokê FIFA Blatter Dixwazin


Michel Platini
Michel Platini

Du rêxistinên futbola Ewrupî bang li serokê Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) Sepp Blatter dikin kui berî hilbijartinên sibehî, karvekêşana xwe bide.

Serokê Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) û stêrê berê Michel Platini bi eşkereyî rexne li Blatter kir ku dest ji karê xwe bernade.

Federasyona Futbolê ya Almanya (DFB) jî daxwaz kir ku Blatter posta seroktîylê bihêle, bi sedema ku pêbawerîya wî nemaye.

Serokê DFB Wolfgang Niersbach got, dema guhertinek di nav FIFA de hatiye û divê ew guhertin ji herî serî destpê bike.

Polîsên Swîsreyî jimareke karbidestên payabilind yên FIFA roja Çarşemê girêdayî daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkî, jiber sedemên bertîl û pere xwarinê desteser kiribûn.

XS
SM
MD
LG