Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Rûsî li Ser Sînorê Tirkîyê Kete Xwarê


Rûsya îro Sêşemê dibêje ku firokeke wê ya Su-24 li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê hat gêr kirin û sedejma ketina wê ya xwarê êrîşa ji erdê ye.

Lê, karbidestên leşkerî yên Tirk jî dibêjin ku firokên wan yên F-16 firoka Rûsî anî xwarê, piştî ku ew firok ket qada wan ya esmanî û 10 hişyarîyên wan piştguh kirin.

Wezareta Berevanî ya Rûsî got, firoka wan ti car ji qada esmanî ya Rûsî derneketiye. Wezareta Berevanîyê ragihand ku pîlotên wan, berî ketinê firokê, xwe ji balafirê avêtine, lê rewşa wan hîn ne dîyar e.

Vîdyoyên ji herêmê nîşan dan ku 2 firokevan bi paraşutan têne xwarê û helîkopterên Rûsî jî li wan pîlotana digerin.

XS
SM
MD
LG