Hejmara yekê ya kovara Folklora Kurdan, bi piştgirîya Bajarvanîya Mezin ya Amedê û bi hevkarîya mamosteyên Kurdî-Der’ê derket.
Edîtorê Kovara Folklora Kurdan, Eşref Keydanî li ser kovatê agahî dide Dengê Amerîka:
“Nêzîkî salek e xebata kovarê tê meşandin û 8 kes tê de cî digirin. Kovar beşek ji xebata lêkolînên folklora Kurdî ye û ji sê meha carek wê bê weşandin."
Ji gruba lêkolînê ya Folklora Kurdan Eşref Keydanî, Mem Mukrîyanî, Zeynep Yaş, Ronya Bewran, Mem Mukrîyanî ji Dengê Amerîka re behsa girîngîya kovarê û xebatên li ser folklorê kirin.
Kerem kin hizrên lêkolînerên Folklora Kurdan di dirêjahîya raportê dengê de guhdar bikin.