Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Bi Balefirên Rafal Êrîş Birin Ser DAIŞê


Gemiya Balefirhelgir Charles de Gaulle
Gemiya Balefirhelgir Charles de Gaulle

Wezareta berevaniya Frensî da xweyakirin, ji bo cara yekê, Balefirên wan yên cengê ji ser pişta gemiya Charles de Gaulle ya balefirhelgir êrîş li dij armancên DAIŞê li herdû bajarên Remadî û Mosil yên Iraqê pêk anîn..

Wezareta berevaniyê dide zanîn ku, îro roja Dûşemê piştî nîvro, 4 balefrên ji curê Rafal dû caran êrîş birin ser armancên DAIŞê li her yek ji Remadî û Mosilê li Îraqê.

Serokê Frensa Francois Hollande îro roja Dûşemê dabû xweyakirin û got"em liser riya hilbijartina cihekî başîn da ku, ziyna herî mezin li DAŞê bidîn".

Wek tê zanîn ev demeke Frensa êrîşên esmanî li dij armancên DAIŞê li Îraq û Sûriyê pêktîne, lê ev cara yekê ye piştî êrîşên terorîst li Parîsê, Frensa ji ser gemîya (Charles de Gaulle) êrîşan bi balefirên cengê yên ji curê Rafal li bajarên Îraqê, Remadî û Mosilê encam dide, gemiya balefirhelgir Charles de Gaulle ji bo mebesta êrîşên ser DAIŞê heftiya derbasbûyî qesta herêmê kir bû.

XS
SM
MD
LG