Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Azadîya Rojnamegerîya Cîhanî Asta Herî Nizim ya Deh Salên Borî ye


Azadîya rojnamegerîya cîhanî sala par ket asta herî nizim ya bêtir ji deh salan, li gor raporteke rêxistineke cihanî ya çavdêrîya mafên mirovan ku îro Çarșemê hat weşandin.

Raporta salane ya rêxistina Mala Azadî anku Freedom House got, rojnameyên li seranserî cîhanê, ji alîyê hêzên hikûmetên desthiladar, terorîstan û xwedîyên dezgehên ragihandinê ve têne dorteng kirin.

Gunehkarên herî xerab di lîsta rêxistinê de ji nav 199 welat û navçeyan ew bûn,Koreya Bakur, Ozbekistan, Turkmenistan, Belarûs, Kuba, Sûrîyê, Îran û Girava Kirim.

Di lîstê de Norwêc, Swêd û Belçîka wek welatên herî baș hatin rêz kirin.

Freedom House balê dikşîne ku tenê 14 ji sedê hemî cihanê li welatên azad dijîn ku tê de șopandina nûçeyên sîyasî xurte, parastina rojnamegerîyê garantîkirî ye û medya ne di bin fișarên qanûnî û aborî yên giran de ye.

XS
SM
MD
LG