Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Çekdarî ya Fransa Hate Girtin


Piştî êrîşa terorîstî li başûrê Fransa, 1 kesê serjêkirî hate dîtin, kesekî din jî hate desteser kirin.

Hikûmeta Fransî, piştî êrîşê hêzên dijterorê şandin fabrîkaya gaze ku êrîş lê qewimî û serê ku jê kirî nan nivîsên Erebî de hat dîrin.

Karbidestan ragihand ku li nêzîkî heman cîhê aleke bi sembolên Îslamî jî hate dîtin.

Serokê Fransî Francois Hollande, berî vegere welatê xwe, di hilcivîna Yekîtîya Ewrupa de li Bruskelê got, êrîş dişibe kiryareke terorîstî û divê tenê bersîvdaneke hestîyarî hember wê êrîşê nebe.

Wezîrê Navxweyî yê Fransî Bernard Cazeneuve êrîş wek "tawaneke hovane" nav kir û got gefa hayî hat bêbandor kirin.

Cazeneuve da zanîn ku navê berguman Yassine Salhi ye û ew di lîsta hikûmetê ya çavdêrîkirina radîkalên Îsamî ye.

XS
SM
MD
LG