Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşengeha Pirtûkan ya 4'an li Dîyarbekirê Destpê Kir


Pêşengeha Pirtûkan ya 4’ê roja Sêşemê li Dîyarbekirê destpê kir. 144 weşanxane dê bi hezaran pirtûkan heta 19'ê mehê dê li Dîyarbekirê li pêşberê xwendevanan bin.

Herwiha sê pêşengehên fotografan jî di fuarê de cîhê xwe digirin.

Wekî her care, îsal jî bi dehan panel jî tên lidar xistin ku yên ser wêjeya Kurdî wekî her sal îsal jî li pêş in.

Hinek ji wan panelan ev in: Rola Wergerê ya di Çêbûna Wêjeya Nûjen a Kurdî de; Baba Tahire Uryan; Di Romana Kurdî de Modernîteya Dereng; Mişextî û Rexne; Zargotina Kurda; Di Pêvajoya Çareseriyê de Zimanê Dayikê û Polîtîkayên Zimên; Kurd Sûriye û Hevkêşeya Rojhilata Navîn.

Di nav 144 weşanxana de 12 weşanxanê Kurd hene. Weşanxana Lîs, Avesta, Belkî, Ava, Ronahî, Aram, Nûbihar, Vate jî bi kitêbên nû beşdarên fuarê ne.






please wait

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG