Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Şervanên Kurd li Îraqê Rastî Êrîşên Çekdarî Hatin


Ajansa AFP ji zarê wezareta berevanî ya Almanî radigihîne ku hêzên Kurdî ku li bakurê Îraqê dijî DAIŞ şer dikin, rastî êrîşa kîmyayî hatine.

Berdevkekî wezaretê ji AFP re îro Pêncşemê gotiye ku berî çend rojan li başûrê rojavayê Hewlêrê êrîşeke kîmyayî çêbûye. “Jimareke şervanên Kurd jiber bandora gaza kîmyayî nexweş ketin, lê ti zîyan negiheşt hînkerên Almanî.”

Heman jêder bi berdewamî got ku hêzên taybet yên Amerîkî û Îraqî vekolîna xwe didomînin ku hurgilîyên êrîşê ronî bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye DAIŞ berî jî li hember hêzên Kurdî li Îraq û Sûrîyê çekên kîmyayî kar anîbû.

Meha borî rêxistinên bi navê Conflict Armament Research û Sahan Research eşkere kiribûn ku DAIŞ di 21ê Hezîranê de dijî şervanên YPG li Hesekê çekên kîmyayî kar anî.​

XS
SM
MD
LG