Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Danûstandinên Cenevre bo Kêşeya Sûrî Hewleke Girîng e


Neteweyên Yekbûyî (NY) do Sêşemê dest bi peyvajoyeke nû kir ku hewil bide çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî re bibîne.

Peyvajoya danûstandinan bi navbeynkarîya nûnerê taybet yê NY li Sûrîyê Staffan de Mistura li bajarê Cenevre ya Swîsrê destpê kir.

Karbidestên NY dibêjin ew prosesa danûstandinan wê çend hefte berdewam bikin û hemî alîyên serekî yên Sûrîyê di van danûstandinan de cîh bigirin.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Hevserokê PYD'ê Salih Mislim li ser vê peyvajoyê agahîyên girîng dide.

“Em wek PYD, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, li ser navê Kurdan fermî hatin vexwandin. Ev danûstandin wek amadekarîya Cenevre Sisêyan e. Emê wek şande herin û nêrînên xwe di vê peyvajoyê de parve bikin.”

Mislim dide zanîn ku berxwedana Kobanê hêza Kurdan di qada navnetewî de xurtir kiriye û herwiha roleke girîng di vexwendina wan de listîye.

Salih_Mislim_05_06_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:46 0:00

XS
SM
MD
LG