Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ligel Îbrahîm Mislim Hevpeyvîneke Taybet Ser Bajarê Girêspî


Şervanên YPG ala xwe li Girêspî bilind dikin, Hezîran 15, 2015.
Şervanên YPG ala xwe li Girêspî bilind dikin, Hezîran 15, 2015.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevalbendên wê bajarê Girêspî rizgar kir, ew bajar di bîragiştî ya Kurdî û cîhanî de cîhekî mezin digire.

Bi dehan nûçe û raport li ser wî bajarî têne nivîsîn û tê de girîngîya stratejîk ya Girêspî tê nirxandin.

Amerîka jî azadkirina Girêspî wek gaveke pir girîng dibîne û karbidest di rojên dawî de bi firehî li ser wê diaxifin.

Bêguman hîn alîyên wek opozîsyona Sûrî jî hene ku bi derketina Girêspî ji destê DAIŞ ne dilgeş in û hîn îdia belav dikin ku Kurd reftarên xirab li Ereb û Tirkmenan dikin.

Di vê hevpeyvîna taybet de çalakvan Îbrahîm Mislim, ku ji Girêspî ye, ser rewşa aborî, civakî û sîyasî ya wî bajarî agahîyên girîng dide.

Mislim dibêje, azadkirina Girêspî hîn derdorên bin bandora Tirkîyê eciz kir, loma jî ew gotinên ne rast belav dibin ku Kurd zordarî li dijî Ereb û Tirkmenan dikin.

"Girêspî nêzîkî du sal di destê DAIŞ de bû ala wê ya reş li bajar bilindkirî bû, lê kesek dengê xwe dernedisit. Çawa YPG û Burqan al Firat bajar azad kir, ecizbûna xwe dîyar dikin jiber ku hêza Kurdan qebul nakin."

Mislim dîyar dike ku yên ku li Girêspî mexdur bûne Kurd in, lê kesek qala wan nake.

"Girêspî ji sîyaseta erebkirinê pir zehmetî dît û mulkên gelek kesan ji destê wan hatin birin, ji Ereban re hatin dayîn. Di 2013'yan de jî Kurd bo zorê ji bajêr hatin derxistin û xanîyên wan hatin peqandin. Lê, hîn kes dîsa jî tên Kurdan tawanbar dikin"

Îbrahim_Mislim_Girespi_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:14 0:00

XS
SM
MD
LG