Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar: Bila Girtîyên Nexweş Nebin Qûrbanê Prosesa Hilbijartinê


Di demeke de ku hikûmet û partîyên sîyasî yên Tirkîyê bi rojeva hilbijartinên giştî re mijul in, sazîyên mafê mirovan û malbatên girtîyên nexweş bang dikin.

Ew xema xwe bilind dikin ku girtîyên nexweş yên sîyasî, ku rewşa saxlemîya wan giran bûye, nebin qûrbanîyên vê pêvajoyê.

Li Stenbolê rêvebirên Komeleya Mafê Mirovan (IHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Malbatên Hevkarîyê ya Malbatên Girtîyan (TUAD) îro Pêncşemê jibo azadkirina girtîyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk, ku 22 sal in li girtîgehê, ye serî li dozgerîyê dan.

Piştî serlêdana hiqûqnasan, li ber avahîya Dadwerîyê ya Bakirkoy a Stenbolê daxuyanîyeke hevpar hate xwendin.

Di daxuyanîyê de hate bîrxistin ku 247 girtîyên rewşa saxlemîya wan giran bûye, nayên azad kirin û Tirkîye bêyî ku rûmetê bide jîyana mirovan li derveyî hiqûqa navnetewî tevdigere.

Di daxuyanîyê de li ser serpêhatîya girtîyê nexweş Çelîk, ku niha jîyana wî di xeterê de ye, wiha hate gotin.

“Ew 22 sal berê bi birîndarî hatîye desteser kirin. Piştî lêdan û kiryarên nebaş li girtîgeha Agirîyê nexweşîya epîlepsî lê peyda bûye. Ligel ku ev nexweşîna wî bi raportên pizîşkan hatîye piştrastkirin jî, ew li girtîgehê bi tena serê xwe hatîye hiştin. 20 salî ketibû girtîgehê û niha jî 42 salî ye. Hikûmeta Tirkîyê ligel ku sizayê darvekirinê rakirîye bi helwesta li hember girtîyên nexweş vê sizayê didomîne.”

Serokê TUAD’ê Arif Yilmaz li ser rewşa girtîyên nexweş wiha peyîvî:
“Ligel ku soz didin jî ti gavan navêjin. Em tenê diçin ji zindanan darbestên girtîyên ku can dane tînin. Em naxwazin êdî ti kes li girtîgehan bimire.”

Parlamentara Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel jî li wir amade bû û piştgirî da bizavkaran.

“Hikûmeta AKP’ê heta niha gelek qanûn derxistin, lê li şûna çareserîyê bi xwe re arîşeyên nû anîn. Divê pirsa girtîyên nexweş di çarçoveya pêvajoya aştîyê de were nirxandin. Ji xeynî çareserkirina rewşa girtîyên nexweş jî divîyabû niha efûya giştî jibo girtîyên sîyasî ketibûya rojeva me.”

Bizavakaran di vê çalakîyê de bang li parêzvanên mafê mirovan kirin ku jibo azadkirina girtîyên nexweş dengê xwe bilindtir bikin û nehêlin girtîyên nexweş bibin qûrbanîyên prosesa hilbijartinan.

XS
SM
MD
LG