Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Nêzîkî Golan Pevçûnên Dijwar Diqewimin


Piştî êrîşên esmanî dû li Golan bilind dibin
Piştî êrîşên esmanî dû li Golan bilind dibin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, firokên ceng yên hikûmeta Sûrî li nêzîkî Girên Golan armacên serhildayan bomberan dikin, rojeke piştî ku serhildayan ew qala derbazbûnê kontrol kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) dibêje, êrîşên esmanî yên Sûrîyê li çend deverên nêzîkî tixub xistin ku di nav wan de gundê Caba jî heye.

ÇSMM herwiha dide zanîn ku navbera hêzên hikûmetê û serhildayan de, pevçûnên dijwar li Caba û derdowa wê diqewimin.

Hêjayî gotinê ye ku grubên bizavkaran jî heman êrîşên hikûmetê piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG