Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Referanduma Yekşemê, Cudabîrî Nav Yunanî Kûr e


Pirsnameyeke vê dawîyê nîşan dide ku Yunani di pêş referanduma roja Yekşemê de nîv û nîv dabeş bûne.

Anketa ku bi hezar kesan hatiye kirin, nîşan did eku 44.8 ji sedê beşdar dengê “erê” didin şertên Yekîtîya Ewrupa, 43.4 ji sedê jî dijber in. Li gor pirsnameyê, rêjeya kesên bêbiryar 11.8 e.

Serokwezîrê Yunanî Alexis Tsipras kempeyna xwe didomîne ku gel di referandumê de dengê “no” bide da ku destê hikûmeta wî di danûstandinên were yên ligel welatên Ewrupî de xurtir be.

Wezîrê Darayî ya Yunanistanê Yanis Varoufakis do gotibû ku ewê dest ji karê xwe berde, eger gel di referanduma roja Yekşemê de şertên Yekîtîya Ewrupa qebûl bike.

Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker îro Înê got, eger di referandumê de dengê “no” derkeve, rewşa Yunanistanêwê pir qelstir be.

XS
SM
MD
LG