Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Yunanî Îro Biryara Ser Pêşnîyara Nû Dide


Parlemana Yunanî îro Înê dicive ku destekdayîna pêşnîyara reforman gotûbêj bike ku Serokwezîr Alexis Tsipras, beramber wergirtina deynên nû, raberî wezîrên darayî yên Ewrupî re kiribû.

Tsipras derengîya Pêncşemê pêşnîyara herî dawî ya reformên hikûmeta xwe pêşkêşî wezîrên darayî yên Ewrupî kir ku divê biryara ser pêşnîrara nû bidin.

Eger pêşnîyar were pejirandin, hîngê wezîrên darayî yên Ewrupî pakete nû ya deynê bidin Yunanistanê.

Heta niha bi hurgilîyên naveroka pêşnîyara nû ya Yunanistanê nayê zanîn, lê some raportên medyayî zelalî dibêjin hîn daxwazên Yekîtîya Ewrupî tê de cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG