Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Yunanî Îro Dengdanê Ser Paketa Reforman Dike


Qanûndanêrên Yunan li ber e îro Çarşemê dengdanê li ser rêkeftina nû ya alîkarîya diravî ji Yekîtîya Ewrupa bikin.

Hevdem Serokwezîr Alexis Tsipras ji giwaştin li ser qanûndanêran dike ku reformê îmza bikin da ku Atîna dirava pêdivî demûdest ji Ewrupa wergire.

Qanûndanêrên Yunanî di rûniştina pêşîn de wê bi firehî li ser pêşnîyara reformê nirxandinan bikin û dû re jî li ser wê yekê dengdanê bikin.

Li gor rêkeftina nû, Atîna qayil bibû ku beramber 100 mîlyar dolar deyna nû, reformên nû yên dijwar pîk bîne û nema dijberîya rola xurt ya Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) di paketa deyna nû de bike.

Eger parlemana Yunanî dengê erê bide paketa reforman, hîngê Tsipras divê 18 hevtayên xwe yên Ewrupî îkna bike ku rê bidin dirava pêşnîyarkirî bigiheje destê Atîna.

XS
SM
MD
LG