Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtiyên Siyasî yên Kurd ji 15’ê Tebaxê ve di Greva Birçîbûnê de ne


Arif Yilmaz, Sureya Aydin û Berivan Degirmenci
Arif Yilmaz, Sureya Aydin û Berivan Degirmenci

Bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ku ji doza PKK’ê li 93 girtîgehên seranserê Tirrkiyê dimînin, bi mebesta pêkanîna 3 daxwazên sereke ji 15’ê Tebaxê ve ketine greva birçîbûnê.

Girtiyên siyasî dixwazin hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ji aliyê hikûmetê ve destûr nayê dayîn jinûve destpê bikin.

Girtiyên siyasî herwiha dixwazin ku dawî li şer were û operasyonên girtina şaredar û siyasetvanên Kurd bêne sekinadin û destûr bêne dayîn ku termên şervanên YPG û YPJ’ê ji sînorê deriyê Miştenûrê radestî malbatan bikin.

Komela Hevkariya Malbatên Girtiyan (TUAD) jî piştî destpêkirina grevên birçûbûnê bi daxuyanî û çalakiyên sivîl daxwaza piştevaniya girtiyên siyasî dike.

Rêvebirên TUAD’ê û malbatên girtiyan ji Dengê Amerîka re dibêjin, divê dengê girtiyan were bihîstin û daxwazên wan werin qebûl kirin.

Girtiyên Kurd li 12’ê Îlona sala 2012’an ketibûn greva birçîbûnê ku piştî 68 rojan bi bangewaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li vê çalakiyê anîbûn. Li pey dawîbûna greva girtiyan jî hevdîtinên pêşî yên prosesa aştiyê wê demê destpê kiribûn.

ST_8_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG