Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera Kurd Leyla Birlik: "Polîs Tîyê Min yê Birîndar Qetil Kir"


Du roj berê Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş wêneyek li ser Twiter belav kir. Di wêne de meytê şervanek PKKê li dû otomobîleke hêzên ewlekarîyê dihat kişandin.

Ew wêne, yê tîyê parlamantera HDPê ya Şirnexê Leyla Birlik e. Navê wî Heci Lokman Birlik e. Sê meh berê bûye şervan.

Serokwezîr Davutoğlu got, ev dîmen nayê qebûl kirin. Wezîrê Karê Navxweyî Selami Altinok jî got derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpê kirin. Hem Demîrtaş, hem jî leyla Birlik dibêjin divê Altinok dest ji kar berde.

Xanim Birlik da zanîn li gorî şahidên bûyerê tîyê wê li Şirnexê, di pevçûnekê de birîndar dibe û dikeve destê polîsan.

“Şahidên bûyerê dîtine ku birîndar dikeve destê wan, polîs wî didin ber guleyan. Piştî ku wî dukujin bi trombelê li ser derbas dibin û 100 metre li erdê dikşînin.”

Parlamentera Kurd daxuyakirin ku tiştê ku meytî tîyê wî hat kirin, li hemî Kurdan, li hemî mirovahîyê hatiye kirin.

Birlik da zanîn ku li ser hesabeke Twiterê wênê tîyê ji alîyê polîsan ji wê re hatîye şandin ku xuya dibe tîyê wî hîn birîndar e û paşê tê kuştin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser raporta deng guhdar bikin.

KHF_10_6_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00

XS
SM
MD
LG