Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel: Êrîşên Esmanî yên Amerîkî yên Dijî Dewleta Îslamî Wê Pirtir Bin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel dibêje, bi bandorbûna hêzên Îraqî li erdê, di demên pêş de, êrîşên esmanî yên Amerîkî li dijî Dewleta Îslamî jî pirtir bin.

Hagel îro Pêncşemê ji komîteyeke Kongresê re got, koalîsyona navnetewî li hember Dewleta Îslamî, li Sûrîye û Îraqê pêşketinên girîng dest dixe.

Lê, Hagel bal kişand ku dive gelê Amerîkî xwe ji şerekî dijwar û dirêjdemî re amade bike jiber ku ew pirtir dem ji wan re pêdivî ye.

Wî got, hêzên Îraqî, Kurdî û yên êşirî ku ji hêzên Amerîkî destek distînin, li hin deveran pêşketina Dewleta Îslamî sekinandin.

XS
SM
MD
LG