Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 02:38

HAKPAR, BDP û KADEP li Hev Kirin

HAKPAR, BDP û KADEP li Hev Kirin
HAKPAR, BDP û KADEP li Hev Kirin

Multimedia

Deng
  • http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/kurdish_parties_khf_05may11.Mp3

Mezinahîya nivîsê - +

Roja çarşemê li Dîyarbekirê, jibo bihêzkirina yekîtîya netewî, 3 partîyên Kurd, Partîya Maf û Azadîyan HAKPAR, Partîya Aştî û Demokrasîyê  BDP û Partîya Beşdar û Demokrasîyê KADEP  daxuyanîyek hevpar dan.  Daxuyanîya ku ji alîyê Serokê HAK-PAR’ê  Bayram Bozyel ve hat xwendin, eşkere kir ku her 3 partî li ser 7 xalan li hev kirine û ew ji îro û pê ve dê bi hev re kar bikin.

Bayram Bozyel got, ji avabûna komara Tirkîyeyê heta îro, gelê Kurd li ser axa xwe ji hemû mafên mirovahî û yên neteweyî bêpar hatine hîştin. Serokê HAK-PAR’ê  dîyarkir ku gelê kurd bi her awayî rastî tundîyê hatine, her wiha  êşên mezin kişandine. Bozyel dîyar kir ku li hemberê van polîtîkayan, gelê kurd her carê ber xwe daye û tekoşînê kirîye, her wiha  gelek bedêlan daye..

Sîyasetvanê Kurd Bayram Bozyel destnîşan kir ku di encama berxwedana gelê Kurd de, dewlet bi polîtîkayên zilmê tiştek bi dest nexistîye. Bayram Bozyel destnîşan kir ku di vê pengavê da jibo çareserkirina pirsgirêka kurd şert û merc bêhtir musaît in û Jibo ku ev derfet ji dest neçe, pêwîstî bi xebata hêzên demokratîk ên kurdan heye.

Serokê HAK-PAR’ê destnîşan kir ku weke îrada gelê Kurd ya sîyasî, ew  tundîya navbeyna Kurdan red dikin û hewl didin ku ji her rengî nêrîn û bawerî cîhê xwe di vê yekîtîyê da bibînin. Bozyel got ku  Jibo çareserîya pirsgirêka kurd a aştîyane, demokratîk û wekhev, ev 7 biryar hatine girtine:

Jibo Çareserîya Pirsgirêka Kurd a Demokratîk, 7 Xalên Esasî

- Jibo qanûneka bingehîn ya  ku nasnemaya kurdan nas bike  û mafên kurdan ên xwerêvebirina kurdan bixe bin temînatê, were amade kirin.

-Jibo ku Kurdî wekî zimanê perwerdehîyê bê qebûl kirin û li qada gelemperî de serbest bê bikaranîn

- Jibo ku Kurd bikaribin bi nasnameya xwe ya xweser xwe birêxistin bikin û bi awayeke azad beşdarê  pêvajoya sîyasî bibin,

- Jibo ku hemû girtîyênsîyasî serbest bêne berdan,

- Jibo ku  hemû navendên mîlîter ên li herêmê bêne belav kirin û cerdevanî bê rakirin,

- Jibo ku benda hilbijartinê ya % 10 bi tevahî bê rakirin, 

- Jibo ku ronîkirina suc û cinayetên ku li li ser gelê kurdan pêk hatine, hisabê wan werin pirsîn, biryar dane ku hêzên neteweyî û demokratik ên kurd nêzikî hev bibin, yekîtîya neteweyî li dar bixin û di pêvajoya heilbijartinan de karên hevbeş bikin.

Jibo guhdarî kirina raportê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînîyek li ser wê hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--