Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Giştî yê Burkan al Firat Haqî Kobanî: Me Hemî Êrîşên DAIŞê Şikandin


Şervanên YPG li Ain Îsa
Şervanên YPG li Ain Îsa

Di hevpeyvîneke taybet de Fermandarê Giştî yê Burkan al Firat Haqî Kobanî rewşa li Kanîya Bozan (Ain Îsa) û deverên din yên qada şer dinirxîne.

Kobanî dibêje, bajarê Ain Îsa ti car neket destê DAIŞ lê hîn medya dîsa jî nûçeyên wiha bê bingeh belav kirin.

"Do me çeteyên mayîn ji Ain Îsa paqij kirin û gelek ji wan kuştin. Tevî ku li gelek enîyan bi hêzêke mezin hatin ser me jî, wan nekanî li ber me bisekinin û zîyanên mezin xwarin."

Kobanî dibêje, bi wan êrîşên dawî armanca DAIŞ ev e ku YPGê û hêzên Burkana Firat mijul bike û pêşveçûna wan hêdî bike.

Fermandarê Burkan al Firat rexneyên tund li hîn dezgehên ragihandindinê dike ku nûçeyên nerast bleav dikin û bi wê helwesta xwe li kelêka DAIŞê cîh digirin.

"Mixabin hemî dezgehên ragihandinê li kelêka şoreşê nasekinin. Hinek ji wan bi zanabûn nûçeyên derew amade dikin ku YPG zext li ser pêkhatîyên Ereb û Tirkan dike. Em li ser bingeha biratîya gelan gavên xwe davêjin"

Haqî_Kobanî_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:18 0:00

XS
SM
MD
LG